ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

Endama Têkoşîna Azadiyê Hêlîn umît diyar kir ku yekane krîtera rê û rêbaza rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye.

Dylan Boutiflat anî ziman ku Rêber Apo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê firsendeke dîrokî pêşkêş kiriye û got, "Divê bersiv ji gavên PKK'ê re bêne dayin. Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin. Dewleta Tirk divê ji herêmên li Sûriyeyê dagir kiriye vekişe."

Hevseroka MAF DAD'ê Heike Geisweid rexne li Tirkiyeyê kir ku biryarên DMME'yê bi rêk û pêk bi cih nîne û got, "Dewletên Ewropayê divê êdî ji hişyariyên dîplomatîk wêdetir gavan biavêjin; zexta aborî û siyasî bikin."