ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.
- Bi komkujiya Perexê re dewleta Tirk, PDK û hikumeta navendî ya Iraqê wê ji Heftanînê heta bi Qendîlê, ji Qendîlê heta bi Şengal û Mexmûrê, ji wir jî heta bi Rojava 'tevgereke eciqandinê' ya topyekûn bidan destpêkirin.
- Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr ev pirs kir; "Ya ku li Îmraliyê tê veşartin çi ye?" û got, "Desthilatdarî neçar e serlêdana parêzeran, malbatê û ya me qebûl bike û dawî li fikarên bi milyonan mirovan bîne."
- Abdûrrehman Temê û Kamile Temê ku sala 1982'an Tevgera Azadiyê nas kirin, xwedî li emanetên Ocalan derketin. Kurê wan Dilbirîn jî xwedî li emanetên dayik û bavê xwe derdikeve.
- Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Seîd Senendecî diyar kir, ku ji bo çareseriyeke mayinde berpirsyariyên dîrokî dikevin ser milê partî û saziyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê û got, "Ew jî bi yekîtî û stratejiyeke hevpar dibe."