ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2021'AN
Rojevên ku li Kurdistan û cîhanê derketine pêş.
Rojevên ku li Kurdistan û cîhanê derketine pêş.
-Wê êrîşên dagirker ên Tirk û PDK'ê yên li ser Metîna û geşedanên pê ve têkildar bêne şopandin.
-Geşedanên piştî êrîşên dagirker ên Tirk û bi destê PDK'ê astengkirina şandeya aştiyê wê were şopandin.
-Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed got ti problema PDK'ê bi dijminên Kurdan re nîne û got, ''Tekane pirsgirêk ew e ku di ser siyaseta Kurdatiyêre dahatuya xwe mîsoger bikin. Ji bo vê her rêyê rast dibînin.''
-Kemalbay a HDP'yî ku ji êrîşa ser Rêxistina HDP'ê ya Izmîrê gava dawî filitî îşaret pê kir ku hedef komkujiyek bû û got, ''Wê rojê roja îmzeyê ya pirtûka Beyza Ustun hebû. Em ê zû biçûna partiyê û bi hevalan re biçûna cihê îmzeyê.''
-Gerîlayê HRK’ê li dijî êrîşên qirker û talanker ên li Kurdistanê bang li hemû ciwanan kir ku tevlî gerîla bibin.
-Jin xwe kar dikin ku ji bo Peymana Stenbolê xwe berdin meyanan. Deniz ên ku ji hêla dewlet û hêzên wê yên kontra ve têne kuştin, em ji bo peymanê bi dest bixin û hem jî ji bo têkoşîna jiyana ne ewle...
-Li dijî kuştina Deniz Poyraz Kurd li kuçeyan in: ''Fîşek neavêtine hevaleke me ya jin a li avahiya HDP'ê, avêtine çi kesê ku azadiyê dixwaze.''
-Gerîlaya YJA Starê Viyan Sema Aydin têkilî êrîşên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê got, ''Gerîla bi vîneke mezin li ber xwe dide. Dijmin çi jî bike nikare vîna gelê Kurd û gerîla bişkîne.''
-Xizmên windayan weke her şemî vê carê jî wê li aqûbeta nebediyan bipirsin.