ROJEVA 19'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Xebatên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê û geşedanên girêdayî wê,  ew ê bên şopandin.

- Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn, diyar kir ku biryarên wan ên 14'ê Gulanê di 28'ê Gulanê de jî derbasdar in û got “Em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û bi vî awayî bersiveke tundtir bidin desthilatdariya faşîst.”

- Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan.

-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hem di warê wêjeyî de hem jî di warê leşkerî, siyasî û dîplomatîk de qonaxên nû derxist holê. Bi Dîwana Wêjeyê re dixwaze Şoreşa Rojava bigihîne cîhanê.

- AKP ku li Kurdistanê her tim di hilbijartinê de li hemberî HDP’ê têk diçe li şûna ku di sindoqan de bibe reqîbê HDP’ê, li hemberî HDP’ê operasyonên qirkirina siyasî dide meşandin.

- Mehmet Işik ê ku di sala 1972'an de li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê Îbrahîm Kaypakkaya nas kir, diyar kir ku Kaypakkaya jê re gotiye, "Tu çi dibî bila bibî lê bibe kesekî bi rûmet û berxwedêr."