ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Girtiyên li girtîgeha Tîpa F a Wanê bi cihekî nediyar ve dibin û piştî ku êşkence li wan tê kirin wan li koxûşan vedigerînin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe bang kirin.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku di sala 10'an de ye, bi hunermendên TEV-ÇAND'ê dewam dike.

Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armut anî ziman ku êrişeke giran li ser destketî û têkoşîna jinê heye û got, "Polîtîkayên taybet têne meşandin; zext fûhûş û narkotîkê tê kirin."

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ê çepgir got, jin têne kolekirin û anî ziman ku wê endustriya fûhûşê ya ji 3 milyar sterlînê ya li welêt ji holê rake.

Tevgera Talîbanê ya Pakistanê ku salên derbasbûyî li dijî hikumeta Îslamabadê kampanyayeke tund meşand, piştî ku li Efganistanê Talîban bû desthilatdar, hîn bêhtir xurt bû.