ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Parlamenterê HDP'ê Necdet Îpekyuz got, "Roj ew roj e ku em mil bidin hev. Yên ku me nabînin, bila zanibin ku hesabên wan wê ser û bin bibin."

- Eşkere bû ku navenda çeteya polîsan a sexte li Tirkiyeyê ye ku li Elmanyayê bi telefonê li extiyaran digere û wan dixapîne. Extiyarên Elman di sala 2022'an de bi giştî 8,4 Mîlyon Euro dan çeteya Tirk.

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 12 salan de her malek bû navendeke rêxistiniya jinê. Di heman demê de ji mêran re perwerdeya azadiya jinê hate dayin.

- Mamoste Xelîl Bîlen diyar kir ku PDK li pêşiya xwendina zankoyê ya xwendekarên Mexmûrê dibe asteng û got, "Madem PDK nahêle, wê demê bila herêma Silêmaniyê xwendekarên me qebûl bike. 6 zanîngeh di bin destê YNK'ê de hene."

- Hunermend Star ê zarokê herî biçûk ê malê bû, karê hunerê ku ji dayika xwe fêr bû û dayika wî jî ji dayika xwe girtibû, heta roja îro dewam dike. Star bûye hilgirê mîrasa hunerê ya malbatê.