ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir ku li dijî konsepta tunekirinê ya dewleta Tirk û hêzên navneteweyî yên li pişt disekinin, bersiva bi rengê pêngavî wê diyarker be.

Gerîla Aryana (Yasemîn Maç) gelek temen di nava temenê xwe de vehewand. Bi gotina "Ez ê bi re biguherim, bi rê re nû bibim' meşiya. Her ku meşiya rêyên nû keşif kir.

Nepenîtiya Alzheimerê eşkere bû. Lêkolîneran tespît kirin, bê norotoksîna di koka nexweşiya Alzheimer de hene çawa li nava aksonên ku noronên mejî bi hev re girê dide û avaniyên pêwendîdar çêdibin.