ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku di şexsê Mehmet Akar de yê li Amedê bedena xwe da ber agir, ew ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin. KCK'ê her wiha xwest, ku çalakiyên xweşewitandinê bi dawî bibin.
- Gerîlaya YJA Starê Arîn Xalid diyar kir ku ew li dijî dijminekî welê namert şer dikin ku çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Ji wan hebû ku wê karibin me biqedînin. Lê belê nekarîn bikin. Hêrsa me zêdetir kirin."
- Binevş Agal û Hozan Mizgîn ku li heman cografyayê, li gundên nêzî hev ji dayik bûn, heta ku şehîd bikevin li qadên cuda yên têkoşînê yên Tevgera Azadiyê ya Kurd gihîştin hev.
- Rêxistiniya Jinê bi Yekîtiya Star re li tevahiya herêmê belav bû. Ne tenê jinên Kurd jinên ji hemû pêkhateyan tevlî bûn.
- Ew, ew bûn ku hê nehatî dinê bûbûn rêwiyê vê rêya bi salan. Ew jî bûbûn mirûd û hezkiriyên vê dozê. Tevî ku bi êş, jan jî bû ew bi hezkirin meşiyan û serbilind jiyan.