ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê bêne şopandin.

- Namzetê Partiya Çepên Kesk Mehmet Emîn Aktar bang li her kesî kir ku dengê xwe bi kar bîne û işaret bi girîngiya parastina dengan kir.

- Namzeta Mûşê ya Partiya Çepên Kesk Sumeyye Boz girîngiya Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd bi bîr xist û got, "Perwerdeya bi zimanê dayikê, misogeriya statuya Kurdan wê ji bo me bibin karên esasî."

- Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li vekirina buroya hilbijartinê ya jinê ya li Wanê axivî û diyar kir ku rejîma dijminê jin û Kurdan wê têk biçe, Partiya Çep wê ji bo dema nû diyarker be.

- Namzeta parlamenteriyê ya Bedlîsê ya Partiya Çepên Kesk Semra Çaglar Gokalp destnîşan kir ku wê li ber binpêkirinan rabin û ji bo qanûnên parastina rûmeta mirovahiyê bikevin meriyetê ew ê bixebitin.

- Ji namzetên herêma 2'yemîn a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî ku xwe weke 'femîst a sosyalîst' pênase dike, anî ziman ku divê dengekî bi tenê jî ziyan nebe.