ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Li dijî berxwedêrên ku bi rojan li hemberî êrişên bi sedan balafir, bi hezaran tank, top, obus û fuzeyan bi çekên xwe yên ferdî li ber xwe didan, vê carê planeke cuda xistin meriyetê. Çekên wan li dijî wijdan û hestên berxwedêran bûn. Ji ber ku zanîbûn, wê berxwedêr ji bo bi dehan birîndaran vê qebûl bikin.

Şoreş Mardîn gerîlayekî welê bû ku enerjî û wêrekiya xwe gihandibû seranserê Kurdistanê. Şoreş di salên destpêkê yên ciwantiya xwe de bi dilê xwe yê bedew berê xwe da qadên azadiyê. Emrê xwe da paşerojeke demokratîk û welatê azad.

Ji bo enternasyonalîst Lorenzo Orsetti ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû, çalakiyeke bîranînê ya girseyî pêk hat.

Malbata Aslan ku ji Adara 2017'an û vir ve li cenazeyê zarokê xwe digere, bersivê ji saziyên dewletê nagire. Nizanin ku zarokê wan sax e yan jî mirî ye.

Paqijkirina heriya binî ya li Gola Wanê bûye mijara nîqaşê. Hawirdorparêz dibêjin ku armanc rast e, lê rêbaz şaş e. Diyar dikin ku ev eyk jî wê zerarê bide golê.