ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.
- Wezareta Karên Derve ya Elman nerazîbûn nîşanî gotinên wekîlê AKP'ê yê Nevşehîrê Mûstafa Açikgoz da û û bi vê gotinê, hişyarî da AKP-MHP'ê got, "Li welatê me cih ji gotinên nefretê re nîne. Kampanya hilbijartinê jî tenê bi destûrê dikare bê kirin."
- Xelkê Rojava di 15'ê Çileya 2005'an de bi navê Yekîtiya Star rêxistiniya jinê ya xweser ava kir.
- Koordînasyona KJK'ê qetilkirina parlamentera berê ya Efgan Mursel Nebîzade şermezar kir û bang li tevgerên jinan hemûyan kir ku piştgiriya hev bikin.
- Ebdo Resûlo yek ji bi hezaran Efrîniyan e ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar ma ji warê xwe koç bike. Bi çêkirina tembûrê debara xwe dike.
- Gerîlaya YJA Starê Rahîme Xebat ku bi armanca Kurdistana Azad di ciwantiyê de tevlî nava Şoreşa Kurdistanê bû, weke şoreşgereke jinê ya pêşeng heta nefesa xwe ya dawî li eniyên herî dijwar ên têkoşînê cih girt.