ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek ku namzetê rêza yekemîn ê herêma duyemîn a Stenbolê ye, bal kişand ser taybetmendiya pir zimanî û pir olî ya herêma duyemîn û destnîşan kir ku ev yek bingeha fikrê HDK'ê ye.

- Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Bûrcûgul Çûbûk diyar kir ku ew li dijî şerê desthilatdariya faşîst li ber serketinê ne. Çûbûk got, armanca wan a sereke bidawîkirina hevkariya kujer e.

- Namzetê parlamenterê yê Îdirê Yilmaz Hûn ê ji Partiya Çepên Kesk anî ziman ku Îdir bajarê gelan e û di 14'ê Gulanê de wê dawî li rejîma yek şexsî bîne.

- Namzetê parlamenteriyê yê Wanê Mahmût Dîndar ragihand ku wê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de 8 wekîlan li bajêr bi dest bixin û destnîşan kir, wê li Wanê temsîliyeta herî xurt li parlamentê bikin.

- Fermandarê YPG'ê Hesen Qamişlo diyar kir ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Fazil Botan çawa ku di nava ARGK û HPG'ê de pêşengî û fermandarî kir, li Rojava jî bi heman karî rabû.