ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Artêşa Tirk a bi gotinên ‘Me bajar xist’ ji gelek aliyan ve xwestin bikevin bajar. Ev jî wê bi desta NATO, bi teknîka pêşketî pêk bihata. Wê ewilê bi dehan car bombe bikira, erd û esman bike guregur, wê di bin çavdêriya SÎHA’yan de pêk bê.

Sûrma Xanim a Colemêrgî hemû sirgûn û qetlîamên dema Qirkirina 1915’an û piştî wê tomar kir, li ser navê gelê Asûrî-Suryanî tevlî civînên navneteweyî bû, li gelek navendan hate qebûlkirin.

Operasyona ku MÎT’ê bi şeklê “Li Wanê sîxurên Îranê hatin destgîrkirin” ji raya giştî re ragihandî, di rastiyê de derket holê ku operasyonek li hemberî gundiyên ku li herêmê dijîn e. Welatiyên ku li gundên sînorî bi cotkarî, ajokariya taksî û kasibkariyê re mijûlin xistin nava torbeyekê û wek “Sîxurê Îranê” hatin îlankirin.

Weke her heftî wê çalakiyên Dayikên Şemî û Xizmên Windayan bê şopandin.