ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.
- Di Kongreya 9'emîn a Kongra Star de hate destnîşankirin ku ji bo têkoşîna jinan pêvajoyeke nû destpê kiriye û ev têkoşîn wê sala 2023'an bigihêje asta herî bilind.
- Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo diyar kir ku wan kongreyeke dîrokî lidar xistine ku tecrûbeya têkoşîna jinê û nexşeya têkoşînê ya nû ya bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' re bike yek.
- Berdevka Civaka Jinan a Zenobiya Sewsen Xelef anî ziman, jinan li ser bingeha felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe li her qadê bi rêxistin kirine û destnîşan kir ku wê îsal hîn xurtir bibin.
- Gerîlayê HPG'ê Tîrêj Zagros ê li Kato Marînos şehîd bû, di nivîseke xwe de bal kişandibû ser bandora Sakîne Cansiz (Sara) a li ser dilsoziya wî ya bi Rêberê Gelê Kurd re.