ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê bêne şopandin.

- Hevserokê HDP'ê yê bajarê Semsûrê Bekîr Gurbuz diyar kir ku ew xebatên hilbijartinê bi lezgînî didomînin û Partiya Çepên Kesk li Semsûrê xwedî îddîa ye.

- Sê namzedên ku ji aliyê AKP'ê ve li Wanê hatin diyarkirin, bi sûcên xwe yên berê û gendelî tên naskirin. Turkmenoglu, Kayaturk û Arvas ku salên borî parlementerên Wanê bûn piştgirî dan qeyyûmtiyê û bûne sedem ku bi hezaran kes bêkar bimînin.

- Ji namzetên parlamenteriyê yên Agirî ya ji Partiya Çepên Kesk Nejla Demîr, diyar kir ku ji Agiriyê koçberiyeke mezin heye û ji bo pêşîgirtina li vê yekê ew ê bixebitin.

- Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku rejîma Şamê û dewleta Tirk plana avakirina hêzeke hevpar li dijî Rêveberiya Xweser dikin.

- Zarokên li bajarên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dijîn ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê dîl hatiye girtin, bi zimanê xwe name nivîsandin. Nameyên ku ji aliyê 4 hezar zarokan ve hatine nivîsandin wê di rojên pêş de di pirtûkekê de bên weşandin.