ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

- Bi wesîleya sala 12'an a Nobeda Edaletê, bi beşdariye endamên Parlamenta Ewropayê Alfonsî û MacManûs civîneke çapemeniyê hate lidarxistin û ji bo mezinkirina kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' bang hate kirin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû diyar kir ku dewleta Tirk astengkirina têkiliya navbera Kurdan û hêzên sosyalîst û demokratîk ji bo qirkirinê gelekî girîng dibîne û bal kişand ser girîngiya polîtîkayên tifaqê.

- Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, Sendîkaya Hîzmet-Îş a ser bi HAK-Îşê zexta îstifayê li xebatkaran dike.

- Fermandara YJA Starê Nûjîn Sêrt ku ji Zapê heta bi Garê û Metînayê li qadên cuda têkoşiya, mîsyona pêşengiyê ya jin a Kurd a azad bi wêrekiya xwe ya di şer de bi cih anî.