ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Şertê herî kêm ê jiyana hevpar a bi dewletên netewe re ew e ku nasnameya Kurd, jiyana azad bi destûra bingehîn bê ewlekirin. Kurd, di nava şert de heta lihevkirineke gengaz an jî misogerkirina serxwebûnê, bi hemû aliyên netewebûna demokratîk a li ser bingeha xweparastinê, wê hêzên xwe yên xweparastinê xurt bikin, xwe biparêzin. -ABDULLAH OCALAN
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, hêzên ku li Xelîfanê gerîla qetil kirin yekser bi PDK'ê ve girêdayî ne û got, "Eşkere ye ku ev kiryarên PDK'ê wê bi çi rengî li dîrokê bê nivîsandin. Lê belê li gel gelê Kurd wê xwe jî biqedînin."
Roja 7'emîn a Berxwedana Rûmetê: Ji ber berxwedana li seranserê sînorê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hêviya artêşa Tirk şikest. Lewma du rê li ber mabû; ya wê vekişiya ya jî wê komkujiyên mezin bikira. Dewleta faşîst dest bi bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî kir û bombe li navenda bajêr barand.
Nobeda Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi endamên Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) dewam dike.
Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Kûday got, eger li Tirkiyeyê wê qala aştî, demokrasî û biratiyê bê kirin divê destpêkê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û destnîşan kir, heta ku tecrîd dewam bike wê pirsgirêk jî dewam bike.
Gerîla Artêş Dêrazor bang li ciwanên Kurd û Ereb kir, "Hûn ê bersiva herî baş a pirsên xwe li çiyê bibînin. Destûrê nedin ku faşîzm xaka me dagir bike."