ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- KCK'ê ji bo Veysî Taş daxuyaniyek weşand ku bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bedena xwe da ber agir û got, "Ew tevlî karwanê şehîdan bû û êdî şehîdekî Kurdistanê ye."
- Newroz Ehmed diyar kir ku amadekariyên wan ên li dijî êrîşeke nû ya dagirkeriyê dewam dikin û got, "Em kar û têkoşîna xwe ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve dewam bikin û van êrîş û planên dijmin têk bibin."
- Hişyar Ozsoy ê HDP'î hewldanên Erdogan ên hevdîtina bi Esad re yên beriya hilbijartinê şîrove kir û destnîşan kir ku ev yek wê gelekî bi lez nebin. Ozsoy diyar kir ku armanca esasî ya ji van hewldanan bêstatuhiştina Kurdan e.
- Li Wanê êrîşên leşkerên Tirk ên li dijî koçberan zêde dibin. Di êrîşa leşkerên Tirk de gelek koçber birîndar bûn, destdirêjî li gelekan hate kirin û hinekan jî jiyana xwe ji dest dan.