ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- NPG'ê bîlançoya şer a salekê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê 2833 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran 3730 carî bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, bi deh hezaran carî jî ji bejahî û hewayî êrîş kirin. Di êrîşan de 259 gerîla şehîd bûn.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê bêne şopandin.

- Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Şemzînanê Yûnûs Ozkoyûncû diyar kir ku wan ji zûdeyî dest bi karên hilbijartinê kirine û got, "Hevalên me hemû bi kedeke mezin dixebitin."

- Serokê CÎK'ê Ahmet Tûrhalli li ser hilbijartinê axivî û destnîşan kir ku di vê desthilatdariya AKP-MHP'ê bê têkbirin. Tûrhalli got, "Ji bo em karibin bi ol û Kurdîtiya xwe hebin, divê em vê sîstemê hilweşînin."

- Namzeta parlamenteriyê ya Mêrdînê ya ji Partiya Çepên Kesk Psîkolog Bêrîtan Guneş got, li Meclisê ew ê li dijî cihêkariyê têbikoşe.

- Ji namzetên Herêma 1'emîn a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Kezban Konûkçû Kok destnîşan kir ku li Stenbolê armanca wan herî kêm 20 wekîl e.

- Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Ozbaş diyar kir ku ji bo dengê ji sedî 20'î û wergirtina zêdeyî 100 wekîlî divê her kesên azadî, demokrasî û aştîxwaz seferber bibe.

- Ji namzetên Wanê yên Partiya Çepên Kesk Havîn Kiye ragihand ku ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û bi destûra bingehîn bê misogerkirin, ji bo mafê perwerdeya zimanê dayikê ew ê têbikoşe.

- Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed anî ziman ku armanc ji êrîşa li ser Balafirgeha Silêmaniyeyê piralî bû û got, "Li gel yekîtiya neteweyî ya Kurd êrîş her wiha li dijî têkoşîna li hemberî DAÎŞ'ê hate kirin."