ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bal kişand ser nîqaşên li ser HDP'ê û Tevgera Azadiyê ya Kurd ên piştî hilbijartinê û hin gotin weke êrîşa şerê taybet pênase kir.

- Hikumeta Elman ragihand ku qedexekirina komên neteweperest ên tund ên Tirk di rojeva wan de nîne. Parlamentera Partiya Çep Clara Bunger got, "Ji bo qedexeyeke bi vî rengî bê ragihandin hîn divê çi bibe?" û nerazîbûn nîşanî hikumetê da.

- Rêveberê Şaxê 2'yemîn ê Amedê yê Egîtîm-Senê Fesîh Zîrek diyar kir ku 40 hezar xwendekarên ji Amedê wê li bajarên cuda bikevin ezmûnên zanîngehê û destnîşan kir, ku ev yek binpêkirina maf e.

- AKP'iyên ku li Wanê dest danîne ser gelek şaredariyên HDP'î niha jî çav berdane park û erdê li sîteya Pîşesaziyê. Ji bo karibin li nava parkê dikana qaçax ava bikin AKP'iyan dest bi kar kirin.