ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna êrîşa li ser girtîgeha girtiyên DAÎŞ’î tê de ne, endamên payebilind ên MÎT’ê jî tevlî êrîşê bûne.
- Çalakvanên nobeta çalakiya li dijî tecrîdê, diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, ew ê tenê xwe bi çalakiya nobetê sînordar nehêlin û gotin: “Heta ku azadiya Rêbertî tê mîsogerkirin, em ê şev û roj li ser piyan bin.”
- Hunermend Hemîd Hunermend yê ji Rojhilatê Kurdistanê got ku pêşengên berxwedana Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin in û 'Jin Jiyan Azadî' jî berxwedana li ser bingeha tecrubeyên bi dehan salan e.
- Gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan tevî ku jineke Tirk e, kesayetek gerdûnî di nava xwe de afirand û ji bo li Rojhilata Navîn a azad bijî têkoşiya. Xeyala wê ev bû ku li ser axa Kurdistanê utopyaya azadiyê pêk bîne.