ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
-Yek ji namzetên ciwan a Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Yagmûr Kavak diyar kir ku ew ê li hemberî “Tifaqa Talîbanê” têkoşînê di binê darê de didomînin û hewl didin darê mezin bikin.
- Mîtînga ku wê li Amedê ji aliyê Partiya Çepên Kesk ve bê lidarxistin û mîtîngên li navendên din wê bên şopandin.
-Hevşaredara HDP'ê ya Elbakê Şengul Polat û Hevşaredarê Artemêtanê Medenî Ozer gotin, "Em ê di 14'ê Gulanê de gotina dawîn bibêjin."
- Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Mustafa Karabudak diyar kir ku ew ê Elewî di hilbijartina 14'ê Gulanê de piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.
- Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ozkan Yorgun bang li hemû gelan kir ku ji bo aştî, edalet û wekheviyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.
-Parlamenterên Ewropayê diyar kirin ku hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwedî girîngiyeke dîrokî ne û diyar kirin ku yekane tişta ku dikare pêşî li Erdogan bigire gelên leheng in û banga piştgiriya ji bo Partiya Çepên Kesk kirin.
- Endamê Konseya Dewleta Swîsreyê Senator Carlo Sommaruga diyar kir ku divê Erdogan di 14'ê Gulanê de ji qada siyasî were xistin û banga piştgiriya ji bo Partiya Çepên Kesk kir.