ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Di nava çar mehên dawî de 9 dîmenên li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hatin weşandin. Lê belê OPCW û saziyên navneteweyî dîmenên van êrîşan ji nedîtî ve hatin.

- Şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî ji ber dagirkeriya dewleta Tirk sê sal in li kampan dimînin. Barê van kampan jî li ser milê Rêveberiya Xweser e.

- Desthilatdariya AKP-MHP dixwaze li Geliyê Zapê bendaveke din a bi armanca leşkerî çêbike.

- Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan diyar kir ku polîtîkaya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê, her wiha rant û nelirêtiya vê polîtîkayê kiriye ku xelk hewcedarî nanê tisî be.

- Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm li ser e, ji bo hilbijartinê anketek çêkir û 119 hezar û 180 TL lê xerc kir.