ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke polîtîkaya qirkirinê pênase kir û got, têkoşîna li dijî vê yekê divê bêhtir berfireh û bi bandor be.

- Hevserokê PYD'ê Salih Muslim got, "Meseleya Sûriyeyê tenê bi Sûriyeyiyan dikare çareser bibe. Sûriyeyî ji bo karibin çareser bikin jî divê azad bin. Bêyî ku fermanê ji kesî werbigire, ji bo jiyaneke bi hev re çi pêwîst be em wê bikin."

- PAJK jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî û ragihand ku têkoşîna jinan civakî bûye, her wiha 2023'an saleke krîtîk e. PAJK'ê got, "Divê şerê gel ê avakirin û şoreşgerî mezin bibe."

- Li navçeya Bargirî ya Wanê, Y. a 16 salî ku 3 salan destdirêjî lê hate kirin, giliyê 40 kesî kir ku polîs jî di nav de hene.

- Endama Meclîsa PAJK'ê Ronahî Serhat ji JIN TV re axivî û destnîşan kir ku hêzên şoreşger hemû divê projeyeke nû destnîşan bikin. Ronahî Serhat got, "Em ji vê re amade ne û ji bo vê têdikoşin."