ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hiqûqî nîne û got, qedexeya li ser hevdîtinê mîna amûreke şantajê ya polîtîk tê bikaranîn.
- Serokê Baroya Amedê Nahît Eren got, "Di meseleya Kurd de bi polîtîkayên ewlekarîperest û pratîka dadgeriyê pirsgirêk çareser nabe."
- Ji bo Festîvala Jinê ya Zîlan ku wê 17'ê Hezîranê li Gelsenkîrchenê bê lidarxistin, endama TJK-E'yê Nûpel Mûnzûr banga tevlîbûnê kir.
- Rêxistina Şopandina mafên Mirovan ragrihand, peymana li ser rêveberiya koçê û prosedurên penaberiyê ku di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de hate mohrkirin, wê bibe sedema kiryarên neyînî yên li dijî penaberan.