ROJEVA 12'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr ku tevlî karê hilbijartinê yê Partiya Çepên Kesk bûye, destnîşan kir ku armanca wan a ji bo wergirtina 100 wekîlî pêkan e û li qadê jî ev yek diyar e.

- Namzeta parlamenteriyê ya Qersê Gulcan Alp a ji Partiya Çepên Kesk, diyar kir ku ew li Qersê li gel jinan karê hilbijartinê dikin û wê bi jinan bi ser bikevin.

- Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan ku ti carî tevlî çalakiyeke tundî û terorê nebûye, li gel vê yekê jî ji aliyê Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Frankfûrtê ve bi 4 sal û 5 mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin.

- Li Semsûrê ku di dema erdhejê de bi rojan alîkarî jê re nehate kirin, AKP ji bo hilbijartinê propagandaya 'Walî bi derengî agahî da, ji xwe ew jî ji vir hate wergirtin' dike.

- Partiya Çepên Kesk ragihand ku li Wanê di mijara ewlekariya hilbijartinê de ew amadekariyên pêwîst dikin û gel wê xwedî li dengê xwe derkeve.

- Ji namzetên Partiya Çepên Kesk George Aslan anî ziman ku desthilatdarî wê di 14'ê Gulanê de têk biçe û ragihand ku wê li Meclîsê bibe dengê Suryaniyan.

- Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim bal kişand ser xwerêxistiniya gel a li nava stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî.

- Mamoste Mele Şîrîn Çetîn bal kişand ser fetwa û fitneyên hinek melayên gefê li civaka Êzidî dike û got: “Armanca fitne û fesadiyê dilê dijminê Kurdan xweşkirine, rewa kirina êrîşan e. Ti têkiliya xwe bi parastina Îslamê re nîne.”