ROJEVA 12'Ê ADARA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Gianfanco Fattorini anî ziman ku tevlîbûna Rêber Apo ya yekser a li pêvajoyê girîng e, mînakên navneteweyî bi bîr xist û got, "Mînak Nelson Mandela bi rengekî çalak beşdarî pêvajoya aştiyê ya li Efrîkaya Başûr bûbû û tevlîbûna wî yekser bû."

Bûyerên têkildarî operasyona DYE û Îsraîlê ya li ser Îranê wê bêne şopandin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan diyar kir ku weke tevger ew bi gelê Rojhilat re ne û got, divê Kurdên li Îranê azadiya xwe di nava demokrasiyê de bibînin û tifaqa xwe ya demokratîk ava bikin.

Çalakî û daxuyaniyên têkildarî Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim wê bêne şopandin.

Toros Korkmaz ragihand ku şerê navbera DYE, Îsraîl û Îranê xwedî dînamîka şer a navneteweyî ya Şerê Cîhanê yê 3'emîn e û got, yekane lîderê ku pêşdîtina vê kir Abdullah Ocalan e.