ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku CPT ne li gorî mîsyona xwe, lê belê li gorî hêzên komploger tevdigere û bang li her kesî kir ji bo têkoşînê geş bikin û tecrîdê bişikînin.

- Çalakiya wekîlên HDP'î ya li dijî tecrîdê dewam dike. Nûran Îmîr a HDP'î diyar kir ku heta hevdîtin bê kirin wê çalakiya xwe dewam bikin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevseroka KODAR'ê Gulan Fehîm bal kişand ser piştevaniya her beşên civakê ji bo xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û destnîşan kir ku ev helwest wê bibe sedema guhertinên pir cidî. Gulan Fehîm girîngiya birêxistinkirinê jî destnîşan kir.

- Hevberdevkê Qada Tenduristiyê Husên Gozereşî diyar kir ku ji ber ambargoya li ser wargeha Mexmûrê nexweşî zêde bûne û hikumeta Iraqê jî xwedî li sozên xwe dernakeve. Gozereşî destnîşan kir ku ew jî hewl didin li gorî derfetên xwe xizmetê bikin.

- Gerîlayên şehîd bûne; Amara, Koçer, Dîren, Huseyîn û Nûda di rojnivîskên xwe de qalê kiribûn ku têkoşîn û berxwedana Sakîne Cansiz bandoreke çawa li wan kiriye.