ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Koordînatora SAMER'ê Yuksel Genç encamên anketa xwe nirxand ku di navbera 21-28'ê Hezîranê de li gelemperiya Tirkiyeyê kir û got, Tifaqa Cûmhûr û Erdogan kêm dikin, HDP û hilbijêrên wê jî bi rola diyarker radibin.
Meşa "Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê Biparêzin" ku Defend Kurdistan ji bajarê Lozan ê Cenevre yê heta Swîsreyê li dar dixe, wê bê şopandin.
Sarya Botan şerê azadiyê bi eşqeke mezin meşand û şehîd bû. Li pey xwe hiştî têkoşîneke destanî hişt.
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Salih Gedo got, "Dewleta Tirk ku plan û armancên xwe yên li ser gerîla pûç bû, dixwaze di nava Kurdan de şer derxîne. Lewma divê em bi ked û hewldana xwe, pêşî li vê armanca dewleta Tirk a faşîst bigirin û nehêin bi ser bikeve. Ji her demê bêhtir niha pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye."
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez hikumeta nû ragihand. Hate ragihandin ku hikumeta Pedro Sanchez hîn ciwan û femînen e.
Lîtvanya ji bo pêşî li pêla koçberan a ji Rûsya Spî bigire, têlan datîne ser sînor. Rayedaran gotin, di demeke nêz de wê dîwarekî rasteqîn lê bê danîn.