ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Hûriye Hamîdî li ser mijara kuştina zarok û sivîlan a bi wesayitên zirxî axivî.

- Gerîlayê HPG'ê Felat Hîwa Sine beriya ku şehîd bikeve ji ANF'ê re axivî bû û gotibû, "Berxwedana li Sîdayê mîna xençerekê li dilê dijmin ket. Çi dibe bila bibe, gerîla serketinê ji xwe re dike esas."

- 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li hemberî Xebitandina Zarokan a Cîhanê ye. Li cîhanê zêdeyî 160 milyon zarok, li Tirkiyeyê jî derdora 5 milyon zarok têne xebitandin.