ROJEVA 11'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Kampanya hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê wê were şopandin.

- Namzeta parlamenteriyê ya Dersimê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Kordû diyar kir ku wê ji bo pirsgirêkên xweser ên Dersimê têkoşînê mezin bikin û got, "Her mirovekî me wezîfedarekî li ber sindoqan e. Divê her kes xwedî lê derkevin."

- Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Erdal Guzel ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP'ê sîstema tenduristiyê xistiye nava kaosê û got, "Partiya Çepên Kesk bi kedkarên tenduristiyê re ye."

- Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakî bal kişand ser ewlekariya hilbijartinê û got, "Dest bi provokasyonên dawî dikin. Lê belê gelê me wê pêşî li wan bigire."

- Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder got, ji bo Meclîs radestî rastgiriyê neyê kirin, gelekî girîng e ku deng ji Çepên Kesk re bê dayin.

- Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê bang li xelkê Amed û Rihayê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û got, "Em ê serdema Brahîmiyan bidin destpêkirin."

- Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Kezban Konûkçû got, "Di dema nû de Partiya Çepên Kesk wê bibe navnîşana guherîn û veguherînê."

- Şehîd Hozan Mizgîn a bi huner û têkoşîna xwe ya çekdarî bû yek ji jinên sembol a Tevgera Azadiya Kurd, hemwext Tevgera Azadî ya Kurd weke sembola Tevgera Çand û Hunerê ya Azad jî destnîşan kir.