ROJEVA 11'Ê ADARA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku sal û nîvek e civak li benda gavên şênber ên têkildarî pêvajoyê ye û got, "Heta ku ev gav neyên avêtin wê baweriya civakê ya bi pêvajoyê her roj kêm bibe."

Pîrozbahiyên Newrozê wê îro li Kadîfekale ya Îzmîrê û Bazidê destpê bikin.

Hiqûqnas Cemal Demîr diyar kir ku pirsgirêka Kurd divê di çarçoveya hiqûq û demokrasiyê de bê nirxandin û got, ji bo çareseriyê pêwîstî bi pêvajoya ji sê qonaxan a qanûnên derbasbûnê, sererastkirinên ahengiyê û guhertinên destûra bingehînî heye.

Bûyerên têkildarî operasyona DYE û Îsraîlê ya li ser Îranê wê bêne şopandin.

Ji Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç ragihand ku di Newroza 2026'an de wê daxwazên li ser azadî, aştî û yekîtiya neteweyî bi xurtî bêne ziman û bang li gel kir ku qadên Newrozê bi girseyî dagire.

Yuksel Mûtlû şerê li Rojhilata Navîn nirxand û got, "Bi bicihhatina paradîgmaya civaka demokratîk a li Rojhilata Navîn re derdorên cuda, bawerî û jin dikarin li herêmê aram bibin."