ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Nejbîr Sêrt bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û zexta li girtîgehan û got, CPT li gorî berjewendiyên dewletan tevdigere.

- Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan destnîşan kir ku heta dawî li tecrîdê bînin ew ê nobeda li ber Wezareta Edaletê dewam bikin.

- Parêzer Emran Emekçî anî ziman ku Îmrali bi mejiyê tecrîdê hatiye avakirin, îdama di pratîkê de ye û ji bo zindana Îmraliyê got, "Girtîgeheke welê ye ku li derveyî hiqûqa dewletan hatiye dîzaynkirin."

- Çalakiyên ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bêne şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê û çalakiyên şermezarkirinê wê werin şopandin.

- Parlamenterê berê Michel Brandt ji ber ku di xwepêşandanekê de 'sembolên qedexekirî' hate dîtin, ketibû ber dozê. Rûniştina biryardana dozê ya li temyîzê sibe li Karlsrûheyê pêk tê.

- Jinên Rojavayî diyar kirin ku wan navê Sara ji berxwedana zindana Amedê bihîstine û dema ku ew li Bekaayê dîtin, ti carî ji bîr nekirin û li ser şopa wê meşiyan.

- Hevserokê HDP'ê yê navçeya Geverê Şoreş Dîrî got, mîna ku wê sibe hilbijartin bibe, amadekariyan dikin û destnîşan kir ku di hilbijartinên 2023'an de wê AKP-MHP'ê li Colemêrgê di binê bendê de bihêlin.

- Romîna Sîdo ya 20 salî ku ji gundê Cindirêsê ye, yek ji hezaran Efrîniyan e ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar maye koç bike. Romîna Sîdo hesreta xwe ya li Efrînê bi kemana xwe nîşan dide.