ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2021'AN

Rojevên ku li Kurdistan û cîhanê derketin pêş.

-Êrîşên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser qada Metîna û geşedanên pê ve têkildar wê werin şopandin.

-Dewleta Tirk ev 75 roj in bi êrîşên dagirker nikare berxwedana gerîla bişkîne. Gerîla xurtbûn hijmara zêdeyî ya artêşa Tirk, xurtbûna teknîkê û xurtbûna hêza hewayî ya artêşa Tirk bi taktîk û şêwaza dema nû pûç kir û kir avantaj.

-Li Geverê dewleta Tirk bi tehdît û şantajê ciwanan dixe nav çirava fihûş û madeyên hişbir.

-Xizmên windayan weke her şemiyê vê şemiyê jî wê li aqûbeya windayan bipirsin.

-Dozgeriya Ingiliz li gel daxwaza wezareta karê navxwe jî wê prosedûra hiqûqî ji bo koçberên ku bi qeçaxî hatine welêt bi cih neyîne.