ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Gerîlayê HPG’ê Çekdar Baz ku li gundê Sîda yê li herêma Zapê li ber xwe da, diyar kir ku piştî ji tîma gerîla veqetiyaye, tevî hemû zehmetiyên bi 16 rojan kişandine, wî xwe hêvîşikestî nekiriye û gihîştiye hevrêyên xwe.

- Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê Vezîr Parlak diyar kir ku armanca sereke ya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, astengkirina aştiya li Rojhilata Navîn e.

- Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr anî ziman ku bi hilbijartinan re têkiliya bi gel re qut bûye û diyar kir ku hem fikira kongreyê hem jî vegera li kodên avabûnê, rexne û fikirên li ser vê serdemê re rê li ber mirov xuya bibe.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê wê bên şopandin.

- Ji Meclîsa Jinan a HDP'ê Zeynep Nilgûn Salmaner, diyar kir ku êrîşên li dijî jinan wê bidomin û bal kişand ser vî tiştî ku wê li dijî têkoşînê li ber xwe bidin.