ROJEVA 10'Ê GULANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Kampanya hilbijartinê ya Tifaqa Ked û Azadiyê wê were şopandin.
- Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel diyar kir ku parastina sindoqan û dengdana ji bo Çepên Kesk li dijî faşîzmê berpirsyariyeke dîrokî ye û got, "Divê di şeva 14'ê Gulanê de bala gelê me li ser daxuyaniyên navenda me ya giştî be."
- Serokê AKP'ê yê Colemêrgê dest danî ser lîsteya endamên desteya sindoqê ya Desteya Hilbijartinê ya Bajêr û lîsteya xwe da Desteya Hilbijartinê ya Bajêr.
- Siyasetmedara dîlgirtî Sebahat Tûncel ragihand ku hilbijartinên 14'ê Gulanê firsendeke dîrokî û destpêkeke nû ye û got, "Partiya Çepên Kesk wê bibe pêşenga guherînê. Em teqez dengê xwe bidin û hesab bipirsin."
- Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Oner Yîgît anî ziman ku ew li Wanê ji bo 2 hezar û 294 sindoqan dixebitin, muşahît jî di nav de wê bi 5 hezar û 800 wezîfedarên sindoqan ewlekariyê pêk bînin.
- Namzetê parlamenteriyê yê Sêrtê Tûncer Bakirhan ê ji Partiya Çepên Kesk bang li her kesî kir ku di 14'ê Gulanê de dengê xwe bi kar bînin û got, "Bi rastî jî dem hatiye ku Tirkiyeyeke nû bê avakirin."
- Ji fermandarên HPG'ê Cîhan Denîz got, gerîlayên ku niha li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk li ber xwe didin, xwe dispêrin bawerî û mîrateya şoreşê ya Hakî Karer.
- Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên anî ziman ku serketina Partiya Çepên Kesk serketina aştiyê ye û got: “Bi serketina wê, wê sûdeke baş bide Başûrê Kurdistan û aramiyê pêk bîne.”