ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.
- Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîb Eksîk got, nabe ku ew li hemberî sîstema tecrîdê bêdeng bin û xwest, sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê tavilê bi dawî bibe û mafên hatine desteserkirin hemû bêne radestkirin.
- Çalakiyên ku ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez têne lidarxistin wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirinê wê werin şopandin.
- Gerîlayên li çiyayên Xerzanê ji bo hevrêtî, têkoşîn û nêrîna Sakîne Cansiz li dîrokê bineqişînin, li rojnivîska kampê dinivîsandin.
- VASKÎ'yê 30 hezar mirovên ji Wanê da îcrayê ji ber ku nekarîn deynê avê bidin. Lê eşkere bû ku 12 milyon deynê Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî û 7 milyon deynê avê yê Midûriyeta Emniyetê jê biriye.