ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bûyerên piştî hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê wê bêne şopandin.

- Dorpêça li ser Mexmûrê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Parlamenterê Êlihê yê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê wê bi beşdariya gel dewam bike û got, "Bêguman em ê têkoşînê mezin bikin."

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku têkoşîna li dijî faşîzmê tenê hilbijartin nîne û got, Erdogan jî mîna dîktatorên din wê têk biçe.

- Nobeda 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re' ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 571'ê de bi endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê dewam dike.

- Hejmara 497'an a rojnameya Serxwebûnê bi sernavê "Bi rengê sor ê meha Gulanê, şehîd garantiya me ya serketinê ye" hate weşandin.