ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, wê werin şopandin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê wê bên şopandin.
Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê wê were şopandin ku bi pêşengiya TJK-E û KCDK-E'yê bi dirûşma "Li dijî qirkirin û dagirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye" tê lidarxistin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku karên qirêj û ne qanûnî bi destûr an jî fermana Erdogan hatin kirin û got, "Banga ji bo îstifaya Soylû têrê nake, divê zext li vê desthilatdariyê bê kirin ku îstifa bike."
Bernhard Heidbreder, ku ji ber çalakiyên li dijî piştgiriya hikumeta Elman a ji bo artêşa Tirk di sala 1994'an de lê dihate gerîn, li Venezuellayê ji ber kanserê jiyana xwe ji dest da.
Rojnameya jinê Newaya Jin meha Hezîranê bi manşeta 'Şerê hebûnê bi rengê Zîlanê' gihîşt ber destê xwendevanan.
Gerîlayê HPG'ê Dilgêş Farqîn diyar kir ku wê têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk mezintir bikin û got, "Em ê derbeke mezin li dewleta Tirk û piştevanê wê bixin."
TJK-E û KCDK-E wê bêdengiya Konseya Ewropayê ya li pêşberî êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk û biryara DYE'yê ya li dijî gelê Kurd û pêşengên wan, 2'ê Hezîranê bi meşekê şermezar bikin. Her du rêxistinan ji bo meşê banga tevlîbûnê kirin.
Maliyeta salane ya hebûna DYE'yê li Efganistanê salane 2.260 milyar dolar, maliyeta sala 2020'î ya operasyonên navneteweyî ya Fransayê jî 1.16 milyar Euro bû.
Yewnanistanê ji bo astengkirina pêla koçberan a ber bi Ewropayê ve, 'ewlehiya' li ser sînor zêde kir.