ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Adara 2018'an.

- Nûçeyên li ser çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê wê werin şopandin.

- Siyasetmedar, akademîsyen û rojnamevan jî di navê de gelek kesayetên Swîsreyî ji bo Efrînê peyama piştgiriyê dan.

- Dewleta Tirk ku li Efrînê dike nake nikare bi YPG/YPJ'ê, bombeyan li sivîlan dibarîne. Heta niha 31 dibistan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine bombekirin. Ji ber bomberdûmanê 13 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan.

- Hikumeta Tirk, heyetek ji wezîfedarên wezaretê dişîne Iraqê ji bo jinên Tirk ên DAÎŞ'î yên cezayê îdamê li wan hatiye birîn ziyaret bike.

- Hejmara 256'an a Rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Silav ji wan kesan re ku ji xweliyên xwe ji nû ve afirîne" derket.