* Li paytexta Rûsya Moskowayê şeva ku ji aliyê Organîzasyona Jinên Kurd VIYAN’ê li Mala Gel ya Moskowê hatî duristkirin, çand û wêjeya Kurd hate danasîn. Bi dehan kesên biyanî beşdarî şevê bûn.
*Ekonomîstê xwediyê xelata Nobelê Paul Krugman ragihand ku ger Yewnanîstan di herêma pereyê hevpar ê Ewropayê Euro de bimîne, “ez ê matmayî bibim.”
* Pirûka Letîfe, berhema kurteçîrokan a Sîrasê nivîskarê Ermenî, bi pêdaçûna Şivanê Dêrîkî û bi edîtoriya Kawa Nemir piştî heftê û şeş salan ji aliyê weşanxaneya Lîsê ve hat weşandin.
* Ji bo mezintirîn borûya gaza xwezayê ya cîhanê Nabuccoyê êdî zingilên xeteriyê lêdixitin. Li aliyekê Rûsya û Çîn zextên li ser Tirkmenîstan û Azerbayncanê dişidînin, li aliyeke din jî şerê li Kurdistanê, lihevnekirina Herêma Kurdistanê û Iraqê. Ji ber van sedema ji bo Nabuccoyê projeyek nû di dewrê de ye.
* Ji bo hilweşandina desthiltiya Nûrî el Malikî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hewl tê dayîn. Duh jî li Dokana Silêmaniyê bi beşdariya Kurdan û hêzên Sunî civînek hat lidarxistin. Her wiha hat diyarkirin ku Talabanî qebûl kiriye ku nameya standina baweriyê a ji Malikî ji Parlementoya Iraqê re were şandin.
* Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu der barê grev û qedexeya grevê ya ji bo xebatkarên THY (Rêyên Hewayî yên Tirkiyeyê) de ji ANF’ê re axivî û got; “AKP bi Roboskê Kuran, bi van qedexeyên wiha jî gef li kedkaran dixwe.”