ROJEV/ 29 PÛŞPER 2012

ROJEV/ 29 PÛŞPER 2012

*Bi boneya salvegera darvekirina yek ji rêberên Kurdan Şêx Seîd, dê îro li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin.

* Şaredariya Bismil a Amedê û şaredariya Montreuil a Parîsê piştî hevdîtinên du salan, protokola şaredariyên destebiratiyê îmze kirin.

* Civata Zerdeştiyên Kurdistanê ya ku li Swêdê xebatê dimeşîne û li Stochlomê perestgehek vekir, li rastî nêzîkatiyên şoven û bi taybet êrîşên çapemeniya nêzî cemeeta Gulen hat. Civatê nerazîbûnek tund nîşanî van êrîşan da.

* Hat ragihandin ku kesê bi navê Hamît Yildirim yê ku tê gotin ku wî nivîskar-rojnamevanê Kurd Mûsa Anter di îlona 1992’ê de kuştiye, hatiye binçavkirin û piştî 3 mehan bi hinceta doz li ber demboriyê ketiye serbest hatiye berdan.

* Klûba PEN’a Navneteweyî ji bo nivîskar û parêzvana mafê mirovan Nêrgiz Mihemed ya girtî ku her diçe rewşa wê ya tenduristiyê xirabtir dibe, banga çalakiya lezgîn kir.

*12 roj bi ser Komkujiya Girtîgeha Rihayê ya ku 13 girtiyan têde jiyana xwe ji dest dan re derbas bûn, lê heta niha ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê tu pêngavek nehatiye avêtin.