* Çalakiyên protestoyî yên li hemberî girtin û binçavkirinên endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) dê îro jî berdewam bikin.
*Li Amedê paletiya madeya xam a esrarê king (kenewir) ku bi salan e li derdorê tê çandin dest pê kir. Mirov dikare li ser rêyên bejahî jî li rastî paleyên van zeviyên esrarê bên. Mirov dikare bi çavan van zeviyên esrar lê hatine çandin bibînin. Lê belê leşkerên ku her roj herêmê ji hewayî û bejahiyê ve bombebaran dikin nabînin.
* T.T. piştî bûyerên taciz û tecawizê yên di Girtîgeha Pozantiyê de qewimîn, vegot, hat girtin. Lê derbarê bûyera tu pîvanên mirovahiyê qebûl nakin, ya hate serê T.T. heta niha tu dozek nehatiye vekirin. Parêzerê T.T. Tûgay Bek, ragihand ku her çendî miwekîlê wî ji ber bûyer, êrîşa zayendî û îşkenceya lê hatiye kirin, gilî kiriye, lê belê heta niha tu dozek nehatiye vekirin.
*Li paytexta Almanya, Berlînê komek xwendekarên zanîngehê, ji bo xwendekarên li Tirkiyeyê hatine girtin, kampanyaya bi navê “ka bihizire” dan destpêkirin.
* Rêxistina sivîl a Înglîz Save the Children a ku di asta gerdûnî de ji bo mafên zarok û dayîkan têdikoşe, ragihand ku her sal 50 jinên ciwan di dema ducanî an jî zayînê de jiyana xwe ji dest didin.
* Welatên Yekitiya Ewropa (YE) yek ji civînên bilind ên herî krîtîk ên di dîroka xwe de li dar dixin. Tişta herî girîng a vê civînê jî; ev cara yekem e ku endamên YE’yê ewqas ji hev veqetiyane. Aliyê ku Îtalya û Spanya serkêşiya wê dikin, ji bo dahatûya herêma Euroyê daxwaza sîstema “tehwîla hevpar dikin”, lokomotîfa yekitiyê Almanya jî bi tundî li hemberî vê pêşniyarê ye.