* Halûk Gerger terora binçavkirin û girtinê ya ku her roj li Tirkiyeyê bi dijwarî berdewam dike, weke yek ji parçeyên şerê li dijî Kurdan nirxand û diyar kir ku sedema van operasyonan ne tenê sedemên konjonkturel û rojane ne. Berdevkê Platforma Piştgiriya ji bo Rojnamevanên Girtî (TGDP) Abay jî got; “Dixwazin hêzên muxalîfê di bin zextan de bihêlin û bê deng bikin.”
* Waliyê Êlihê Ahmet Tûrhan, destûr neda lêpirsîna der barê polîsên ku sala par li Êlihê bombeya gazê li lingê Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata xistin û birîndar kirin.
* Piştî Lijneya Giştî ya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind a Tirk, biryar da ku erdê Dêra Mor Gabriel a 1700 salî yê xizîneyê ye, li rastî nerazîbûnên Asurî û Sûriyaniyên li Swêdê hat.
* Li navçeya Beypazari ya Enqereyê şivanek dîn diyar kir ku li zozanan sê kesên çekdar hatine ji wî xwarin xwestine. Ji ber wê jî tîmên tevgera taybet ên artêşa Tirk li herêmê dest bi operasoneke berfireh kirin. Piştre hat zanîn ku îxbar bê bingeh e, operasyon hat rawestandin.