ROJEV/ 26 PÛŞPER 2012

ROJEV/ 26 PÛŞPER 2012

* Dê îro civînên partiyên komên wan di meclîsê de hene, pêk bê. Tê payîn ku di civînan de krîza di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de, û operasyonên li hemberî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) bên gotûbêjkirin.

* Konseya NATO’yê, bi daxwaza Tirkiyeyê dicive û dê biryarên der barê xistina balefira Tirk a ji aliyê Sûriyeyê ve bên dayîn.

* Li Tirkiyeyê zêdetirê 100 rojnamevanên ku piraniya wan Kurd in li pişt şibakên hesinî ne, bi vî awayî Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye mezintirîn girtîgeha cîhanê. Tê diyarkirin ku dê sala 2012 ji bo rojnamevanan salek dijwar be.

* Yekbûna Ereb di nava Kurdan de mezin bû. Kurdî wekî zmanê dayika xwe diaxive, piştî ku cîhanê nas dike tevlî nava Tevgera Azadiya Kurd dibe. Yekbûn niha div nava enternasyonelên PKK’ê de cih digire û li Çiyayên Kurdistanê ji bo gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û diyar dike ku ew bi vê yekê serbilind e.

*Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ê 2 milyon butçe ji bo Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê koçber dibin veqetînin. Lê kesên ji Rojavayê Kurdistanê hatine diyar kirin ku ew di nava şert û mercên zor de dijîn.

*Girtiya bi navê Magdelena Martha Sussanna de Winnaar a ji Efrîkaya Başûr û niha di girtîgeha Tîpa L a Bakirkoy ya Stenbolê de tê ragirtin, bi nexweşiya pençeşêrê ketiye. Piştî ku laşê wê werimî, destpêkê gotin enfeksîyon, lê pitşre jî aşkere bû ku pençeşêr e. Madelena dibêje: “Ditirsim li vir bimirim û êdî roja welatê xwe nebînim.” (Zeynep Kûray)

*Piştî balefira Tirk ji aliyê Sûriyeyê ve hat xistin, bi banga Tirkiyeyê dê îro balyozên 28 welatên endamên NATO’yê bicivin. Lê li gorî çapemeniya Ewropa û pisporên leşkerî piştgiriya NATO ya ji bo Tirkiyeyê ji daxuyaniyekê wêdetir naçe û dê di van rojan de aloziya di navbera her du welatan de jî kêm bibe.