ROJEV/ 25 PÛŞPER 2012

ROJEV/ 25 PÛŞPER 2012

*Dîmenên dema teqîna yek ji bombeyên artêşa Tirk ên ku dûmaneke zêde derdixin û li cihê ku lê diteqin bandorê li hemû zindiyên li derdora xwe dikin, ji aliyê kamereya gerîlayan ve hat kişandin.

* Malbatên Roboskî ku xizmên xwe di komkujiyê de winda kirine bertek nîşanî daxuyaniyên Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Necdet Ozel û yên rayedarên din ên der barê bûyerê de dan. Birayê Serhat Encuyê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Ferhat Encu li hemberî van daxuyaniyan bang li hemû rêxistinên Kurdistanî kir ku ji bo xwedîderketina li Roboskiyê ev hêz bibin yek û mitîngekî mezin li dar bixin.

*Rejîma AKP’ê ya ku bi aşkereyî dijminahiya zarokên Kurd dike, dixwaze careke din zarokên ku bi hinceta ziyan dane malê gelemperiyê û cezayê pere wan hatiye birîn, ceza bike. Doz li 18 zarokên Kurd ên ku niha bi awayeke girtî û serbest tên darizandin bi hinceta cezayê pere nedane dewletê wan hat vekirin.

*Belgeyek ku “veşarî” ku tê îdîakirin a konsolosa Tirk a Hewlêrê ya girêdayî Wezareta Derve ya Tirk e, li Başûrê Kurdistanê bû sedema nîqaş û gotûbêjan. Di belgeyê de polîtîkayên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê û konseptên ku amade kirine, cih digirin. Navenda van konseptan jî Hewler e, hedef jî Rojavayê Kurdistanê. Ev belge heta niha nehatiye piştrastkirin ka rast e an na, lê heta niha ne rayedarên Kurd û ne jî yên Tirk tu daxuyaniyek nedane.

*Yek ji welatên cîhanê yên ku di warê maf û azadiya jinê de herî paşketî Siûdî Erebîstan, bo cara yekem di dîroka xwe de tîmek sporvanên jin dişîne opîmpîyatan.

* Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xemgîniya xwe ya ji bo zêdebûna şer û pevçûnên di navbera gerîlayên HPG’ê û Artêşa Tirk anî ziman û diyar kir ku pirsgirêk bi şer çareser nabe. Barzanî got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her hewldan û hevkariyek ku pirsa kurd li Tirkiyeyê bi rêbazên aştiyane bê çareserkirin amade ye.”