ROJEV/ 23 PÛŞPER 2012

ROJEV/ 23 PÛŞPER 2012

*Ji ber balefira şer a Tirk a li Akdenîzê hat xistin têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de aloztir bûn.

*Rojnameya navdar a Înglîzan, The Guardian ragihand ku fermandeya (komûta) ya Artêşa Azad a Sûriyeyê ya ji aliyê Siûdî Erebîstanê ve tê fînansekirin li Stenbolê ye û 22 persolemên wê ji vir çek û pere dişînin Sûriyeyê.

*Piştî Serhildana Agiriyê Zîndana Edeneyê li Serhedê weke keleha zilmê hat binavkirin. Ev zîndan di gelek stranan de tê bogin, ji her du kesên ku çûn vê girtîgehê kesek vegeneriya. Di zîndana Edeneyê de hin berxwedêrên Kurd bi derziya jehrê hatin kuştin.

*Rêxistin Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) bal kişand ser qanûna ji bo parastina nirxên olî ya ku Herêma Kurdistanê amadekariya wê dike û hişyar kir ku dê ev qanûn rê li ber sînordarkirina azadiya ramanê vebike.

*Girtiya ku tê îdîakirin endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye, li Sineyê bi 15 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin.

*Zanyarên DYA’yê li gorî lêkolînên pêk anîn ragihandin ku proteînekî ku sînîrên dest û lingan yên zirar dîtin careke din zîndî bike hate keşîfkirin.