ROJEV/ 22 PÛŞPER 2012

ROJEV/ 22 PÛŞPER 2012

* Aşkere bû ku girtiyên li Girtîgeha Ceyhan a Mêrsînê bi xwarinê jehrî bûn, dema birine nexweşxaneyê, girtiyan nehiştin ew bi destên kelemçekirî ve bên dermankirin, ji ber wê jî girtî li rastî lêdanê hatin. Li gorî Saniye Umît, birayê wê Mehmet Umît, diyar kiriye ku ji ber xwarinê zehrî bûne, piştî li wan xistine û nehatine dermankirin jî.

*Raportorê taybet ê kuştinên bêdaraz ê Neteweyên Yekbûyî Christof Heyns, ragihand ku piştî Şerê Cîhanê yê Duwemîn heta îro, tişta herî zêde hiqûq navneteweyî bin pê dikin, êrîşên balefirên bê mirov ên DYA’yê yê ne.

*Şaxa Enqere ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dê der barê veguhestinên piştî bûyera Girtîgeha Rihayê ku 13 girtî têde jiyana xwe ji dest dan û şert û mercên girtî têde dijî lêkolîn bike û bike rapor.

*Îraniyên li Swêdê dijî, li deh bajaran bi awayeke hemwext xwepêşandan li dar xistin, darvekirinên Îranê protesto kirin û xwestin hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.

* Ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) Cemsera Bakûr biparêze, Greenpeace dest bi kampanyeyekê dike. Rêxistinê ragihand ku ew ê ji bo rawestandina lêgerîna petrol û masîvaniya zêde ya li Cemsera Bakûr kampanyaya yek milyon îmze bidin destpêkirin.