* Piştî ku AKP’ê di sala 2002’an de desthiladtarî bi dest xist, pêşîkî da bazirganiya derve. Li gor hikumeta Tirkiyeyê bazirganiya derve yanî hinardeya ji bo rola dewletê ya di qada navnetewî de û ji bo nîşandana hêza wî gelek girîng e.
* Endamê Konseya Fermandeya (komûta) Dr. Bahoz Erdal bal kişand ser êrîşên bi armanca tunekirinê yê hikûmeta AKP’ê û diyar kir ku kesek nikare li hemberî vê yekê behsa abirbest an jî çekdanînê bike. Erdal ragihand ku dê hêzên gerîlayan berxwedana xwe bidin berdewamkirin.
* Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ji ber binpêkirinên mafan ên di girtîgehên li Tirkiyeyê ku êdî tu sînoran nas nakin, biryara avakirina heyeta bi navê “Ad-hoc” ya ku ji bo rewşên lezgîn tên amadekirin da. Tê payîn ku heyet vê hefteyê bigihe Tirkiyeyê.
* Piştî Bihara Ereban a li Misirê, artêşê rêveberiyê bi dest xist û bi temamî rê li ber sivîlan girt. Rêxistina Birayên Misilman rayedarên artêşê yên ku dest danîn ser hikûmetê, bi derketina kolanan tehdît kir.
* Di nava xwendekarên di encamên operasyonên polîsî yên desthilatiya AKP’ê ya ku di serî de Kurd û hemû muxalîf, dike hedef de xwendekarek hemwelatiyê Franseyê jî hat girtin. Piştî mehek bi ser girtina xwendekara bi navê Sevil Sevimli derbas bû, cihek berfireh di çapemeniya Frensî de girt.