* Wezareta Navxweyî ya Tirk der barê mitînga li Hopayê ya ku mamosteyê malnişî Metîn Lokûmcû di encamê de jiyana xwe ji dest dabû, doz vekir. Hinceta dozê jî “ziyan dane 11 wesayîtan.”
* Endamê Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê Ronî Çavreş gotûbêjên der barê dersa bijare de nirxwand û bal kişand ser mafê wekheviyê û wiha got: “ Neteweya Kurd daxwaza wekheviyê dike û ev daxwaza herî mirovane û xwezayî ye. Di mijara ziman de tirkek xwediyê kîjan mafî ye, kurdek jî xwediyê heman mafî ye. Kurd jî weke netewe daxwaza mafê wekheviyê dikin.”
* Piştî ku Partiya Demokratîk a Nû ya ku alîgirê pereyê hevpar ê YE’yê û birîna butçeyan e, di hilbijartinên Yewnanîstanê de bi ser ket, bazara YE’yê nefese rehet stand. Lê ev yek nayê wê wateyê ku herêma Euro ji krîzê rizgar bû.
* Girtiyê ji doza PKK’ê Hasan Alkiş, cara yekemîn ji dilê xwe emeliyat bû û ji bo tehliyekirina wî rapor hatin amadekirin, her wiha bi nexweşiya Behçet re jî rû bi rû ye. Rîsk heye ku Alkiş şeht (felç) bibe. Lê hîna jî di girtîgehê de tê ragirtin û roj bi roj berê wî didin mirinê.
* Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên ku rojnamevanan dikin hedef dan û Erdogan şermezar kir
* Hevdîtinên bernameya nukleerê ya 5 welatên daîmî yên Konseya Ewlekarî ya NY û Almanya yên bi Îranê re dê li Moskowê dest pê bikin.